TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îranê bertek nîsanî belavoka hevpar ya 3 dewletan da

📅 11 îlon 2022 00:13

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî, bertekê nîşanî belavoka hevpar ya ku tê de Fransa, Almanya û Îngîltere Îranê rexne dikin da. Kenanî ji bo belavoka wan got:

“Tewrê wan mantiqî nîne û niyeta wan baş nîne.”

Kenanî daxwuyaniya xwe bi awayekî nivîskî da û weha got:

“Di pêvajoya ku muzakereyên nukleerî ber bi encamê ve diçin û hevdîtinên dîplomatîk dewam dikin, her sê welatên Awrûpayê ketine nav tevgerekî şaş û tewrê wan ew e ku nehêlin ji muzakereyan encam derê, belavoka ku belav kirine gelek me şaş kir û em pê xemgîn bûn.

Îran ji bo muzakereyên nukleerî encam bidin, îrada xwe daniye ortê. Belavoka her sê welatên Awrûpayê li dijî mantiq û niyeta başe û encama xwestina têkbirina Îsraîla siyonîste û em pê xemgînin. Eger tewrê wan weha dewam bike, wê terefê din berpirsiyariya encaman jî bigre ser xwe.”

Fransa, Almanya û Îngîltere belavokekî belav kiribûn û tê de tewrê ajansa atomiya nukleerî ya navdewletî rexne kiribûn. Her sê dewlet tewrê ajansê weka ku muzakereyan dixe talûkê nîşan dabûn. Her weha gotibûn ku ji xebatên Îranê endîşe dikin, Tehran bi ajansê re hevkarî nake û xwestibûn ku perçê ûranyûmê yên ku ajansê bidest xistibû, Îran bersiva wan perçeyan bi zelalî bide.

Parve bike: