Îranê Amerîka wekî berpirsyarê êrîsê nîsan da
PeyamaKurd - Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê got ku berpirsyarê êrîşa li Ehwaza bajarê li başûrê rojavayê welêt Amerîka û piştgirên terora herêmî ne.
Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, "Terorîstên tên perwerdekirin, çekdarkirin û rejimeke biyanî piştgiriyê dide wan êrîşî Ehwazê kirin.
Zerîf bal kişand ku di êrîşê da zarok û rojnamevan jî bûn hedef û wiha pê da çû:
"Îran wekî berpirsyarê vê êrîşê Amerîka û piştgirên terora herêmî dibîne. Îran ew ê ji bo parastina gelê xwe bersiva bi lez û biyardar bide.
Li Ehwaza bajarê li başûrê rojavayê Îranê di dema merasima eskerî da êrîş hat kirin. Di êrîşê da piraniya wan endamên Mihafizên Şoreşê 25 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.
Remezan Şerîfê Berdevkê Mihafizên Şoreşê yên Îranê destnîşan kiribû ku êrîşa li bajarê Ehwazê rêxistina El Ehwaziyeyê kiriye. Şerîf îdia kir ku Erebistana Siûdî piştgiriyê dide vê komê.