TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran vê carê Brîtanyayê xiste hedefa xwe

📅 16 hezîran 2019 01:13

PeyamaKurd- Dewleta Îranê bi sedema ku wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt gotibû ku Îran êrîşê ser 2 tankêrên behra Ummanê kiriye û berpirsê bûyerê Îrane, wezareta karên derve ya Îranê, balyozê Brîtanyayê yê li Tehranê dawetî wezaretê kir.

Li gor ragihandina wezaretê ya nivîskî hukumeta Tehranê Hant şermezar kiriye û aciziya xwe ya di vê mijarê de bo Londrayê ragihandiye. Brîtanya do bi awayeka nivîskî mijara her du tankêran weha ragihandibû:

“ Şaxê artêşa Îranê, Parêzvanên Şoreşa Îranê, di 13 ê hezîranê de êrîş birine ser tankêran. Nabe ku dewleteka dinê an faktoreka di derveyê dewletê de êrîş kiribe.”

Parve bike: