TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Tengava Hurmuzê hat girtin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 27 adar 2026 14:34
Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê ji bo hatûçûna deryayî bi temamî hatiye girtin û hişyarî hat dayîn her keştiyek ku ji tengavê derbas bibe wê werin lêdan.

RûpelNews - Supaya Pasdaran a Îranê li ser Tengava Hurmuzê ku yek ji girîngtirîn cîhê bazirganiya cîhaniyê ye daxuyaniyekê belav kir.

Îranê diyar kir Tengav ji çûnûhatina keştiyan re hatime girtin dê li dijî hemû wan keştiyên deryayî yên ku bixwazin di tengavê re derbas bibin tedbîrên tund werin bicihkirin.

Rayedarên Îranê eşkere kir ku hemû çalakiyên bazirganiyê yên ku bi Îsraîl û Amerîkayê re pêwendîdar in dibin hedef.

Parve bike: