TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran, Rûsyayê di mijara S-300an de sûcdar kir

📅 25 rêbendan 2019 23:33

PeyamaKurd- Serokê komîsyona asayîşa netewî û siyaseta derve ya Îranê Haşmetûllah Felahetpîşe ragihand ku di dema êrîşa Îsraîlê bo ser Sûriyê de, Rûsya sîstema S-300an nexebitandiye an ji dewrê derxistiye.

Felahetpîşe bo ajansa fermî ya Îranê IRNA yê axifî û got; di serê hefteya borî de, Îsraîlê êrîşên hewayî anî ser hedefên Sûriyê ku di destê artêşa Îranê de ne û Moskovayê sûcdar kir. Felahetpîşe îşaretê bal bi sîstema parastinê ya hewayî ya Sûriyê da û got:

“Divê bi awayeka ciddî rexne li Rûsyayê bêkirin. Di dema êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, Rûsya  sîstema S-300an ji dewrê derxist û nexebitîn. Eger sîstema S-300an bixebitiya, Îsraîlê nikaribû êrîşê bike ser axa Sûriyê.”

Felahetpîşe got ku dibe êrîşên hewayî bi koordînasyona Moskovayê çêbûbin.

Parve bike: