Îran pêşniyara aştiyê ya Amerîkayê dinirxîne
RûpelNews - Di nûçeyeke ku li ser rojnameya Axios a Amerîkî hat weşandin de hat destnîşankirin ku Qesra Spî nêzîk e ku bi Îranê re li ser peymaneke 14-xalî li hev bike. Li gorî nûçeyê, armanca pêşnivîsê ew e ku ji bo danûstandinên atomî yên berfirehtir di navbera aliyan de çarçoveyekê ava bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî piştrast kir ku pêşniyara Amerîkayê tê nirxandin û di heman demê de diyar kir ku nêrînên Îranê dê bi rêya navbeynkarên Pakistanî werin ragihandin. Wezîrê Derve yê Pakistanê jî destnîşan kir ku welatê wî hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne da ku agirbestê veguherîne pêvajoyeke aştiyê ya mayînde.
Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku di 24 saetên borî de bi Îranê re "gotûbêjên pir baş" hatine kirin û vê yekê nîşan da ku gihîştina lihevkirinekê mimkun e.
Pêşnûmaya 14-xalî çi dihewîne?
Li gorî nûçeyeke Axiosê, metna pêşnûmayê bendên wekî rawestandina çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê ji aliyê Îranê ve, rakirina cezayên Amerîkayê, berdana fonên Îranê yên sekinandî û vegerandina derbasbûna azad a di Tengava Hurmizê re dihewîne.
Lêbelê, tê destnîşankirin ku piraniya van şertan bi peymaneke dawî ve girêdayî ne. Pêşnûme wekî pêngava yekem a potansiyel a ber bi danûstandinên berfirehtir ên ku dê di navbera aliyan de di pêvajoya pêş de werin kirin, tê dîtin.
Amerîka dawîhatina operasyonê radigihîne
Wezîrê Derve yê Amerîayê Marco Rubîo ragihand ku operasyona leşkerî ya li dijî Îranê, ya bi navê 'Operasyona Epic Fury' armancên xwe bi dest xistine û operasyon bi dawî bûye.
Rubîo diyar kir ku Amerîka niha derbasî helwesteke parastinê bûye û divê Îran vê rewşê qebûl bike. Serokê Amerîkayê Trump her wiha hişyarî da ku eger bi Îranê re lihevkirinek çênebe, dibe ku bombebaran bi "asteke û tundiyeke bilindtir" ji nû ve dest pê bike.
Trump, her wiha ragihand ku operasyona bi navê 'Operasyona Azadiyê', ya ku ji bo alîkariya keştiyên li Tengava Hurmizê asê mabûn hatibû destpêkirin, ji ber pêşketina di danûstandinan de bi awayekî demkî hatiye rawestandin.
Îsraîl: 'Em bi temamî bi Amerîkayê e hemaheng in’
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ew di derbarê Îranê de bi Amerîkayê re di hemahengiyeke tam' de ne.
Netanyahu dubare kir ku armancên wan ên sereke rakirina hemû materyalên dewlemendkirî ji Îranê û ji holê rakirina tam a kapasîteya dewlemendkirinê ya welêt e.
Guherînên tund di bazarên petrolê de
Girtina de-fakto ya li Tendava Hurmizê – ku beşeke girîng a bazirganiya cîhanî ya petrol û gaza xwezayî ya şilkirî jê derbas dibe – ji dawiya meha Sibatê ve bûbû sedema guherînên di bazarên enerjiyê yên cîhanî de.
Piştî nûçeyên egera li ser peymanekê, bihayê petrolê daket.