Îran nahêle keştî di Tengava Hurmuzê re derbas bibin
RûpelNews - Di daxuyaniyekê derbarê rewşa li Tengava Hurmuzê û pêvajoya danûstandin û agirbestê ya bi Amerîka, Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihand ku astengkirina derbasbûna keştiyan ji aliyê Amerîka ve bi rêbazên wekî dorpêçkirina deryayî dê wekî "binpêkirina agirbestê" were hesibandin û Îran dê her weha rê li ber vekirina "bi şert û sînordar" a Tengava Hurmuzê bigire.
Destûr nayê dayîn ku tu keştî derbas bibin
Li gorî nûçeyên di medyaya navneteweyî de, di agahdariyeke ku ji aliyê Îranê ve bi rêya sîstema xwe ya ragihandina radyoyê ji keştiyan re hatiye şandin de, hat gotin ku "Ji ber ku Amerîkayê di danûstandinan de sozên xwe bi cih neaniye, Îranê Tengava Hurmûzê ji nû ve girt û destûr nayê dayîn ku tu keştiyên ji her cure û neteweyî di Tengavê re derbas bibin."
Keştî vedigerin
Li gorî daneyên companiya şopandina keştiyan a di dema rast de MarineTraffic, hin keştiyên ku ber bi Tengava Hurmuzê ve diçûn paşde vedigerin.
Îro, tankerên gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) Al Ghashamiya, Lebrethah û Fuwaîrît, ku ji bendera Dohayê ya Qeterê ber bi Tengava Hurmuzê ve bi rê ketibûn, wisa dixuye ku vegeriyane.
Wekî din, keştiya barhilgir a barê xwurekên hişk Sun Profît a bi ala Hong Kongê, ku çûna wê ber bi Çînê ve bû û sê keştiyên konteyneran ên şîrketa deryavaniyê ya Fransî CMA CGM jî di nav wan keştiyên ku rêya xwe guhertiye de hatin dîtin.