Îran: Me li tankereke amerîkî da
RûpelNews - Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de ragihand ku tankera petrolê ya amerîkî "Safesea Vishnu", ku ala Giravên Marshallê hildabû, vê sibehê li bakurê Kendavê piştî ku hişyariyên dubarekirî li Kendava Hurmuzê paşguh kiribû, hate lêdan.
Di heman demê de, daxuyaniyê destnîşan kir ku çûnûhatina keştiyan li Kendava Besra û Tengava Hurmuzê di bin rîskeke zêde de ye û diyar kir ku Amerîka ji vê rewşê berpirsiyar e û divê keştiyên bazirganî rêziknameyên deryayî yên Îranê bi cih bînin da ku ji bandora mûşekan dûr bikevin.
Rewşa Tengava Hurmuzê
Supaya Pasdaran a Îranê Tengava Hurmuzê, bi taybetî ji bo keştiyên girêdayî Amerîka û Îsraîlê girtibûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku hêza deryayî ya Îranê hatiye têkbirin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) her wiha ragihand ku hin keştiyên Îranê yên ku li Kendava Hurmuzê mayîn danîn, hatine lêdan.