Îran: Me bi 4 mûşekan êrîşî Keştiya Abraham Lincoln kir
RûpelNews - Ofîsa Çapemeniyê ya Supaya Pasdaran daxuyaniya heftemîn a Operasyona "Soza Rasteqîn 4" belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wekî encama êrîşa li ser hedefên dijmin, keştiya hewayî ya Amerîkayê Abraham Lincoln bi çar mûşekên balîstîk hat armanckirin."
Artêşa Amerîkayê heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye.
Piştî aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de, keştiya hewayî ya Abraham Lincoln li Deryaya Omanê hat bicihkirin.
Êrîşên Amerîka û Îsraîlê û bersiva Îranê
Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê de êrîşeke leşkerî li dijî Îranê dan destpêkirin.
Îranê jî bi êrîşên li hin welatên herêmî yên weke Qeter, Îmarat û Behreyn, ku baregehên Amerîkayê lê hene, destnîşan kiribûn, bersiv da. Herwiha êrîş bir ser Îsraîlê jî.
Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, rêberê Îranê Elî Xameneyî û gelek rayedarên din ên pilebilind hatin kuştin.
Heyva Sor a Îranê ragihand ku di bombebaranên li dijî welêt de 201 kes hatine kuştin û 747 kes jî birîndar bûne.