Rojhilata Navîn
Îran: Li ser Hurmuzê bi Ûmmanê re gihiştine qonaxa dawî
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî ragihand ku derbarê Tengava Hurmuzê de ew ligel Ûmmanê gihiştine qonaxa dawî da ku li hev bên.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî derbarê danûstandinên bi Ûmmanê re yên li ser Tengava Hurmuzê daxuyaniyekê da.
Erakçî destnîşan kir ku ew di danûstandinên bi Ûmmanê re yên derbarê Hurmuzê de gihîştine qonaxa dawî.
Di heman demê de Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî jî diyar kir ku rewşa Tengava Hurmuzê dê wekî beriya şer nebe û got, "Danûstandinên di navbera Îran û Ûmmanê de di pêvajoya dawîkirinê de ne û dikevin qonaxa xwe ya dawî. Hevpeyvînên di navbera Îran û Ûmmanê de dualî ne û tu aliyekî din pê re eleqedar nabe."