TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran ji Awrûpa û Çînê alîkariyê xwest

📅 19 sibat 2018 21:11

Balafira Îranê ku do ketibû û tê de 66 kes miribûn, tevî ew çend xebatê, dewleta Îranê nikare xwe bigihîne enkaza balafirê.

Bo dîtina enkaza balafirê Îranê ji welatên Awrûpa û Çînê alîkarî xwest da bi rêya peyka (satalayt) xwe bibin alîkarê Îranê da balafira xwe bibînin. Balafir di bilindahiya 3 hezar û 800 metreyan de, li Çiyayê Dîna ye ketibû ku dikeve başûrê bajarê Îsfahane.

Parve bike: