TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran dîmenên sîstema fuze û dronan parvekir

📅 05 adar 2022 22:01

PeyamaKurd – Artêşa Îranê dîmenên sîstema bin erdê ya fuze û dronan  bi raya giştî re parvekir. Di wexteka ku herkes bala xwe daye ser şerê Rûsya û Ûkraynayê de, fermandarê giştî yê artêşa Îranê tumgeneral Huseyn Selamî tevlî merasima vekirina sîsteman bû û weha got:

“Ev der ciyê sîstema ku dikare ji bejayiyê bo bejayiyê fuzeyan bavêje û her weha ciyê doronên bêmirove ku dikare tora radar û sîstemên parastinê yên dijmin jinav bibe."

Her weha di merasimê de fermandarê hêzên hewayî yê Îranê tûxgeneral Emir Elî Hecîzade jî axifî û weha got:

“Niha ji vê baregehê em diklarin 60 balafirên bêmirov bihewa bixin û ji ber dronên me menzîlên wan dirêjin, em dikarin li her cûre hedefên dijminan bixin.

Parve bike: