Jiyan
Îran dibêje "terorîst" Îsraîl dibêje "sivîl"
PeyamaKurd - Medyaya Îranê ev îdîa avête holê: "Rejima siyonîst birîndarên terorîstên ku li dij hikûmeta Sûriyê şer dikin li nexweşxanên xwe derman dike." Lê belê berdevkê Artêşa Îsraîlê bersiva van nûçeyan dide ku "birîndarên hanê xelkê sivîl û penaber in."
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li hemberî nûçeyên belavbûyî li ser rûpela xwe ya Tiwîterê diyar kir ku; Ev birîndarên hanê xelkê sivîl û penaberên Sûrî ne. Ji sala 2013an ve zêdeyî 4800 Sûrî li nexweşxanên Îsraîlê derman bûne ku %33 ji wan zilam, %17 jin in û % 50 zarok in.
Îsraîlê ji bo tedawîkirina sivîlan li Girên Golanê ji nexweşxanên çolê û yên gerok ava kirine.