TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Dibe ku guftûgo bên rawestandin

📅 14 hezîran 2026 18:43
Serokê Meclîsa Îranê Qalîbaf got: "Eger êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê neyên rawestandin dibe ku hevdîtin û danûstandinên ligel Amerîkayê bên rawestandin."

RûpelNews - Ji aliyê Îranê ve der barê dahatûya guftûgoyên bi Amerîkayê re tên kirin daxuyaniyekê hat dayîn.

Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf di hisaba xwe ya medyaya civakî de daxuyaniyekê belav kir. Qalibaf, bidawînekirina êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê û bicîhneanîna berpirsiyariyên Amerîkayê wek nîşaneya rawestandina guftûgoyan nirxand û bi vê peyama xwe hişyariya rawestandina guftûgoyan da aliyên pêwendîdar.

Îsraîlê êrîşên hewayî li Beyrût a paytexta Lubnanê, û li herêmên başûr ên welêt li dar xistibû, di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin.

 

Parve bike: