TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran dê li Venezuela û Uruguayê rafîneriyên petrolê ava bike

📅 14 îlon 2022 00:46

PeyamaKurd – Îran ji bo karibe di bin bandora dopêçan de petrolê bifroşe, wê li welatên Venezuela û Uruguayê rafîneriyên petrolê ava bike. Endamê plandananê û komisyona budçê yê meclisa Îranê Muhammed Riza Mîr-Tacettin, roja sêşemê ragihand ku di bin dorpêçan de, di çaçroveya plana îxraca petrol û berhemên wê de, wê Îran rafîneriyan li her dû welatan ava bike. Li gor ragihandina ajansa nîv-fermî ya Îranê Tansimê; Mîr Tacettin gotiye ku ji bo şandina maddeyên petrolê yên xam, divê bibin hevparên rafîneriyan û xizmetên tekno-endazyariyê îxracê her dû welatên Amerîka bakûr bikin û ev plan ji bo Îranê gelek girîng e.

Li gor ragihandina Mir Tacettin; wê bi vê rêyê Îran karibe xwe bigihîne bazara dinyayê, para îxracatê ya petrolê ya Îranê li bazara dinyayê zêde bike.

Parve bike: