TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran dê 18 milyar dolar ceza bide Îmaratê

📅 18 gulan 2018 00:27

PeyamaKurd - Parlamenterê Îranê Ebulfezl Tûrabî, ragihand ku Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî Îran mehkûm kir ku 18 milyar dolar tezmînatê bide Îmarata Erebî.

 Parlamenterê Necef Abadê Ebû Tûrabî, di daxuyaniya xwe de ku da rojnameya Şerqê, diyar kir ku mehkemeyê Îranê bi dayîna 18 milyar dolar bo Îmaratê ceza kiriye.

Ebû Tûrabî, ragihand ku dê der heqê Wezîrê Petrolê Bijen Zengeneyê ku bûye sedemê vî cezayî de li parlamentoyê pirsname were pêşkêşkirin.

Berpirsekî ji Wezareta Petrolê ya Îranê jî diyar kir ku di serdema Serokkomar Mehmûd Ehmedînejad de peymana Crescentê hatiye îxlalkirin û dibe ku ceza ji vê dosyeyê hatibe dayîn.

 Şirketa Neteweyî ya Îranê ya Petrolê û Crescent Petroleuma ku navenda wê Îmarata Erebî ye sala 2011an peymanek îmze kirin. Crescent bi sedema ku Îran girêdayî peymanê nemaye doz vekir.

Parve bike: