Îran 4 mercên sereke yên ji bo bidawîkirina şer radigihîne
RûpelNews - Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Moskowê Kazem Celalî, îro Çarşemê 1ê Nîsana 2026an di daxuyaniyekê de ji bo ajansa "TASS" a rûsî ragihand; ji bo rawestandina şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê, 4 daxwazên sereke yên Tehranê hene:
1.Rawestandina yekcarî û temam a destdirêjî û çalakiyên terorîstî.
2.Dayîna garantiyên cidî û bawerîpêkirî da ku şer careke din dubare nebe.
3.Qerebûkirina temam a hemû ziyanên madî û manevî.
4.Rêzgirtin li serwerî û desthilata dadwerî ya Îranê li Tengava Hurmuzê ji bo parastina ewlehiya deryayî ya navdewletî.
Celalî destnîşan kir ku Îran her tim pêşwazî li hewlên rastgo yên ji bo aramiya herêmê dike, lê tekez kir ku her destpêşxeriyek divê rastiyên li ser erdê û mercên yasayî yên Tehranê li ber çavan bigire.
Balyozê Îranê her wiha got ku welatê wî dê mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne heta ku hemû gef werin jinavbirin.