Jiyan
Îran, 4 dîplomatên Azerbeycanê ji welatê xwe derxist
PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNA yê, dewleta Îranê 4 dîplomatên Azerbeycanê yên ku li Tehran û Tebrîzê di sefaretên Azerbeycanê de dixebitîn, wan nexwest û di meha borî de wan şand welatê wan.
Azerbeycan, piştî êrîşa ser konsulxaneya wan ji aliyê kesên Îranî de, di 29.01.2023an de dîplomatên xwe ji Îranê vekişandibû û di 6 ê Nîsanê de 4 dîplomatên Îranê yên li Bakuyê derxistibûn derveyê welatê xwe.