Îdrîs Barzanî rojek wek îro ji vê dinyayê bar kir
PeyamaKurd – Kurê mezin ê nemir Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî 34 sal berê rojek wekî îro ji nav me bar kir.
Îdrîs Mistefa Barzanî yê birayê Serok Mesûd Barzanî, yek ji serkirdeyên berbiçav ên Kurd e û wek endazyarê dirustkirina eniya Kurdistanî tê zanîn.
Îdrîs Barzanî di sala 1944an de, li gundê Barzan ê Herêma Kurdistanê ji dayik bû. Di 3 saliya xwe de, ligel malbata xwe, ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve, ji bo başûr û naverasta Iraqê hat nefîkirin û heta 11 salan jiyaneke zehmet, dûr ji welatê xwe derbas kir.
‘Ew wekî endazyarê aştiyê dihat naskirin’
Îdrîs Barzanî tevî hemû astengî û zehmetiyan jî dest ji xwendinê berneda. Ew ji aliyê gelek siyasetmedarên Kurd ve wek endazyarê aştiyê tê naskirin.
Îdrîs Barzanî 34 sal beriya niha li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
Xwedêjêrazî Îdrîs Barzanî piştî karesata sala 1975an û têçûna şoreşê, bi awayekî berdewam tekezî li wê yekê dikir, ku divê xelkê aware û koçber vegerin cih û warên xwe li Başûrê Kurdistanê.
Îdrîs Mistefa Barzanî, roja 31ê Çileya 1987an li bajarê Sîlvana yê ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, koça dawî kir. Piştî serhildana sala 1991ê cenazeyê Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin û li Barzan bi xakê hatin spartin.
Bîranîneke Felekedîn Kakeyî di derbarê gorbihuşt Îdrîs Barzanî de wiha ye:
Felekedîn Kakeyî di derbarê gorbihuşt Îdrîs Barzanî de dibêje: “Di dema xwe de êvarek li Rajan şehîd Îdrîs Barzanî li gel bû, wê demê dû Pêşmerge hatin û daxwaz kirin, wêneyekî bîranînê li gel şehîd Îdrîs bigrin, ew jî bi rûkeniniyê ve got: Çendî ewên hez bikin wêne li gel min bigrin, nagihin ewên ku ez bi xwe çendî hez dikim wêne li gel Pêşmerge bigrim. Ez bi xwe hêvî dikim wêne li gel Pêşmerge bigrim. Eve bi bêyî wê yekê ku hîç wateyeke din nabexşin, ji ber ku Pêşmerge nebê em nagihîne yek ji xewnên xwe!.”
Îdrîs Barzanî wijdan û dilsozê neteweya xwe bû
Îdrîs Barzanî di nameyeke xwe ya roja 22.03.1978ê de nivîsandiye de wiha dibêje: “Lawên dilsoz ên kurd her li kî derê bin û di her demekî de be, pirsa gelê xwe di wijdanê de diparêze û hişyarî û hestên xwe dixe kar bo pêşxistina karwanê gelê xwe.”
Em wek malbata PeyamaKurd ‘endazyarê aştiyê’ gorbihuşt Îdrîs Mistefa Barzanî bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê wî û têkoşîna wî ya doza Kurd û Kurdistanê tu car ji bîr nekin.