Îdîaya ku wê Amerîka pistevaniya li hevpeymanên xwe qut bike
PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku rêveberiya Amerîkayê biryar da ku hemû alîkariyên ji bo bakurê rojavayê Sûriyeyê tên dayîn, qut bike.
Têlevizyona CBSê ya Amerîkayê di nûçeyeke xwe ya spart rêvebirên Amerîkayî de ragihand ku ji bo bakurê rojavayê Sûriyeyê biryara birîna alîkariyan hat dayîn. Di nûçeyê da hat gotin ku di çend hefteyên dawîn de piştî pêvajoya lêkolîneke di navbera hemû saziyên Amerîkayê pêk hat de ev biryar hat dayîn.
Di nûçeyê da wiha hat gotin: "Milyar dolarên ku Amerîkayê ji bo civaka herêmî xurt bike û îstiqrarê li wir bi cih bike berê xerc kiribû wê bê birîn. Têkoşîna bi tundiyê re, zeximkirina perwerdeyê, civaka serbixwe û piştevaniya medyaya serbixwe û projeyên asayîşa civakê jî di nav da ne."
Di nirxandina nûçeyê de ev biryara tê îdiakirin ku hatiye dayîn wek gava ewil a vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê hat hesibandin.
Di nûçeyê da hat îdiakirin ku li ser talîmata Serokê Amerîkayê Donald Trump ku xwestibû hemû alîkariyên ji Sûriyeyê re tên şandin ji nû va bên kontrolkirin û di vê mijarê da teserûf bê kirin ev yek çêdibe. Li ser vê daxwazê rayedaran jî dest bi xebatê kir û li ser plana teserufê xebitîn û di encama planê da bûn xwedî qinaeta ku "Wê tu tesîra pereyê ku li bakurê rojavayê Sûriyeyê tê xerckirin ji bo demeke dirêj nemîne" û ev biryar dan.
Li gor nûçeya CBSê mutefiqên Ewropayî yên Trump jî di vê mijarê da hatin agahdarkirin lê ew ji ber vê gava rêveberiya Washingtonê di nav wê fikarê de ne ku welatên din ên li herêmê jî wê dest bi vekişînê bikin.
Trump berê jî xwestibû ku alîkariya bergîdana 200 milyon dolarî ya ku wê Wezareta Karên Derva bida bakurê rojhilatê Sûriyeyê cihê di bin kontrola YPGê de bê mêzekirin.
Der barê talîmata Trump de lêkolîn hêj dewam dike lê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê û koalîsyona dijî DEAŞê ya ku pêşeng Amerîka ye alîkariyên eskerî yên ku didin YPGê didomînin.