TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îdia: Xameneyî hat kuştin, termê wî hat dîtin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 sibat 2026 20:48
Tê îdiakirin ku Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xameneyî di êrîşeke hewayî ya ku ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve li ser mala wî ya li Tehranê hatiye kirin de hatiye kuştin.

RûpelNews - Li gorî nûçeyeke Reutersê ya ku îşaret bi çavkaniyên payebilind ên îsraîlî dike, hatiye piştrastkirin ku Elî Xameneyî yê 86 salî, ku stargeha wî û mala wî ya li Tehranê hatibûn hedefgirtin, hatiye kuştin.

Televîzyona Kanala 12 a Îsraîlê jî, lî ser zarê rayedarekî îsraîlî ragihand ku Xameneyî di êrîşeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Di raportê de hat gotin ku termê Xameneyî ji bin kavilan hatiye derxistin ku şarapnelan li termê wî ketine û hat îdia kirin ku wêneyên termê wî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û berpirsên ewlehiyê re hatine şandin.

Çapemeniya Îsraîlê: 30 bombe li avahiya Xameneyî ketine

Nezelaliya derbarê çarenûsa Xameneyî piştî êrîşê bû sedema nîqaşan, ji ber ku rayedarên Îranê bi awayekî teqez ev yek red nekirin.

Berpirsekî îsraîlî ji Reutersê re got, "Termê Xameneyî hatiye dîtin û mirina wî hatiye piştrastkirin."

Tê ragihandin ku kompleksa "Mala Rêbertiyê" (Beyt-i Rahberi) ya li Tehranê ji ber bombebaraneke giran bûye kavil û ku Xameneyî di dema êrîşê de ligel alîkarên xwe yên herî nêzîk bû.

Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku 30 bombe li avahiya Xameneyî ketine û ku ji aliye Îsraîlê, ve hatine avêtin.

Netanyahu: Nîşanên ku Xameneyî nemaye zêde dibin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di axaftina xwe ya vê êvarê de got, "Nîşanên ku Xameneyî êdî ne di nav me de ye zêde dibin."

Ji aliyê Îranê ve, nezelalî zêde ye. Li gorî The Guardian, hin rayedarên îranî israr dikin ku Xameneyî û Serokomar Mesûd Pezêşkiyan sax in.

Lêbelê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, di hevpeyvînekê de bi BBC re, bi gotina ku ew ne di wê pozîsyonê de ye ku "mirina" Elî Xameneyî piştrast bike, pirs bêbersiv hişt.

Parve bike: