TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Îdia: Trump amade ye dawî li operasyona Îranê bîne

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 31 adar 2026 10:36
The Wall Street Journal ragihand ku Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser bidawîkirina operasyona leşkerî ya li dijî Îranê difikire. Li gorî nûçeya rojnameye, Trum pê raziye ku Tengava Hurmuzê jî bi piranî girtî bimîne.

RûpelNews - Li gorî nûçeyeke Wall Street Journalê, ku îşaret bi rayedarên payebilind ên rêveberiya Trump dike, Serokê DYA Donald Trump xebatkarên xwe agahdar kiriye ku ew amade ye operasyoneke leşkerî ya li dijî Îranê kêm bike û bi dawî bike, heta eger Tengava Hurmuz a ji aliyê stratejîk ve girîng bi piranî girtî bimîne jî.

‘Trump tîma xwe agahdar kiriye’

Di nûçeyê de hat gotin ku Trump û tîma wî nirxandine ku operasyoneke leşkerî ya bi armanca ji nû ve vekirina kendavê di demek kurt de dikare pevçûnê dirêj bike û bibe sedem ku operasyon ji dema plankirî ya "4 heta 6 hefteyan" derbas bibe.
Li gorî nûçeyê, rêveberiya DYA plan dike ku di vê qonaxê de bala xwe bide ser bêbandorkirina hêzên deryayî û mûşekî yên Îranê. Her wiha hat destnîşankirin ku armanc ew e ku zextên dîplomatîk li ser Tehranê werin kirin da ku bazirganiya deryayî ji nû ve dest pê bike.

Dê Hurmuzê radestî kê bike?

Hat ragihandin ku eger hewldanên dîplomatîk bi ser nekevin, rêveberiya Washingtonê li ber wê yekê difikire ku berpirsiyariya ji nû ve vekirina tengavê dewrî hevalbendên xwe yên Ewrûpî û Kendavê bike. Rayedaran diyar kirin ku her çend vebijarkên leşkerî di rojeva Trump de bin jî, ew ne pêşîniyeke sereke ne.
Berdevka Qesra Spî Karolîne Leavîtt di daxuyaniyên xwe de her wiha diyar kir ku DYA ji bo vegerandina çalakiyên asayî li kendavê dixebite.

Parve bike: