Îdia: PKKê kampa xwe ya herî krîtîk vala kir
RûpelNews - Li gorî raporeke rojnameya Nefes, piştî biryara PKKê ya ji bo danîna çekan û xwehilweşandinê, li baregehên wê yên li seranserê sînorê Herêma Kurdistanê çalakiyeke berbiçav heye.
Hate ragihandin ku endamên PKKê yên li Kampa Siyanî ya li Çiyayê Garê, nêzîkî sînor û li herêma Bahar Tepe ji herêmê derketine û ev pêşhat ji aliyê çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatiye piştrastkirin.
Rapora ku destnîşan dikir Çiyayê Garê yek ji kelehên herî girîng ên PKKê ye, diyar kir ku Kampa Siyani, ku ji toreke tunelên binê erdê yên bi hev ve girêdayî di nav Çiyayê Garê de pêk tê, hatiye valakirin.
Ev yek çima girîng e?
Yekîneya 'Hêzên Taybet' a PKKê ku perwerdehiya suîkast, sabotaj, îstixbarat û dîsîplînên pisporiyê pêk tîne û Akademiya Alî Çîçek, ku perwerdehiya îdeolojîk lê tê dayîn, her du jî li vir bi cih bûbûn.
Her wiha hatibû destnîşankirin ku li cihê bûyerê du laboratuwarên binê erdê yên cuda hebûn ku ji bo çêkirina teqemeniyên destçêkirî, dronên bombebarkirî û bombeyên bi kontrola dûr dihatin bikaranîn.
Hat ragihandin ku di kampê de herwiha xaniyekî mêvanan, çar atolyeyên dirûtinê yên cuda, yekîneyeke peydakirinê û du girtîgeh hebûn ku dîl lê dihatin girtin.
PKKê heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye.