Aborî
Îbrahîmovîç car din li Mîlanê ye
PeyamaKurd – Futbolîstê navdar ê swêdî Zlatan Îbrahîmovîç transferî tîma îtalî ya Mîlanê bû.
Tîma Mîlanê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku Zlatan Îbrahîmovîç car din transferî Mîlanê bûye.
Mîlanê di parvekirinê xwe de got ‘IZ Comîng’ (IZ tê) û bi awayekî fermî ragihand ku Îbrahîmovîç êdî li Mîlanê ye, “Mîlan bi kêfxweşî radigihîne ku Îbrahîmovîç car din li Mîlanê ye.”
Z. ??⚫#IZBACK pic.twitter.com/TbibEQ0oYB
— AC Milan (@acmilan) December 27, 2019
Îbrahîmovîçî di navbera salên 2010-2012yan de bi formayê Mîlanê di 85 yariyan de 56 gol avêtibûn û di şampiyoniyên ‘Seri A’yê û ‘Kûpaya Îtalyayê’ de para wî mezin bû.