Îbrahîm Tatlises: Min her tiştê xwe ji dewletê re hişt
Îbrahîm Tatlises, ku îro piştî emeliyata xwe ji nexweşxaneyê derket, bersiveke balkêş derbarê wesiyeta xwe de da.
RûpelNews - Îbrahîm Tatlises di 7ê Nîsanê de piştî ku li mala xwe ya li Stenbolê nexweş ket, hatibû rakirin bo nexweşxaneyê. Tatlises, ku ji ber enfeksiyoneke giran kezeba wî ya zerav hatibû derxistin, îro ji nexweşxaneyê derket.
Tatlises, ku li gel bijîşkên xwe li ber kamerayan xuya bû, hin daxuyaniyên balkêş dan.
Dema jê hat pirsîn, "Te li ser wesiyeta xwe fikirî?", Îbrahîm Tatlises bersiv da û got, "Min her tiştê xwe ji dewletê re hişt. Qurîşek jî nîne."
Dema ku derbarê kurê wî Ehmed Tatlises de pirs jê hat kirin, Tatlises pirs bi aliyekî ve avêt û got, "Min heta tîpa 'A' jî ji jiyana xwe jê biriye."
Heft zarokên Îbrahîm Tatlises hene: Ehmed, Gulten, Gulşen, Melek Zubeyde, Dîlan, Îdo û Elîf Ada.