TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hûsiyên girêdayî Îranê bi fuzeyên balîstîk êrîs kirin

📅 28 tîrmeh 2019 16:46

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hûsiyên girêdayî Îranê bi moşekên balîstîkî êrîş birin ser bargeha Erebistana Siûdî ya hêzên hevpeymanên Yemenê.

Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî da xuyakirin ku îro beyaniyê wan bi fuzeyên menzîl kurt êrîş biriye ser biryargeha hêzên hevpeymanê ya li bajarê Necranê ku Siûdî pêşengiya wê dike.

Serî îdia kir ku odeya operasyonê ya biryargehê hatiye ruxandin û fermandar jî di nav de hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Piştî vê êrîşê hîn ji Erebistana Siûdî daxuyaniyek nehatiye û êrîş nehatiye piştrastkirin.

Parve bike: