Hûsiyan êrîşî Erebistana Siûdî kir
RûpelNews - Berdevkê leşkerî yê hûsiyan Yahya Serî, di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê 20ê Tebaxê diyar kir ku wan du operasyonên cuda li dijî Erebistana Siûdî pêk anîne.
Serî diyar kir ku êrîşa yekem, ku du dron tê de bûn, 'armanceke hestiyar' li Balafirgeha Necranê kiriye hedef û herwiha êrişek li dijî tesîsa Saudi Aramco ya li bajêr jî pêk anîne.
Berdevkê hûsiyan îdia kir ku êrîşan armancên xwe bi dest xistine, lê derbarê cureyê dronên hatine bikaranîn, hedefên taybet ên ku hatine lêdan an jî asta zirara çêbûyî de ti hûrgilî nedan.
Erebistana Siûdî heta niha îdia piştrast nekirine
Heta niha, rayedarên Erebistana Siûdî û Saudi Aramco derbarê îdiaya êrîşê ya hûsiyan de ti daxuyanî nedane. Her wiha derbarê ti windahiyên canî an zirara madî ya muhtemel de jî agahiyên piştrastkirî nînin.
Hûsiyan ji destpêka Tebaxê ve êrîşên xwe yên li ser balafirgeh û tesîsên petrolê yên li başûrê Erebistana Siûdî zêde kirine. Komê berê ragihandibû ku wê di 4ê Tebaxê de bi dronan li Balafirgeha Necranê û di 13ê Tebaxê de jî li rafîneriya Aramco ya li Cîzanê "armanceke hestiyar" xistiye.