TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Husiyan dîsa êrîsî Aramcoya Siûdî kir

📅 29 rêbendan 2020 21:08

PeyamaKurd – Husiyên Yemenê ku piştgiriya xwe ji Îranê distînin car din êrîşê kargehên kompaniya petrolê Aramco ya Siûdî kirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarekî Husiyan ê leşkerî derbarê mijarê de, Husiyan êrîş biriye ser kompaniya petrolê ya li Cizyanê û balafirgehê.

Kompaniya Aramco ya petrol û gazê ya Erebistana Siûdî wekî kompaniya herî bi nirx a cîhanê tê zanîn ku beriya niha Hûsiyan êrîş biribû ser û bo demekê nirxê petrolê zêde bûbû li bazarên cîhanê.

Hîn derbarê êrîşa dawî de, ji Aramco û rêveberiya Erebistana Siûdî daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Parve bike: