Hurguliyên pêşniyara Îranê bo Amerîka diyar bûn
RûpelNews - Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Garîbabadî di civîneke bi endamên Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Meclîsê re, raporeke berfireh li ser rewşa heyî ya pêvajoya dîplomatîk a Îran-Amerîka û pêşniyara ku Tehran pêşkêşî Washingtonê kiribû, pêşkêş kir.
Garîbabadî tekez kir ku parastina mafê Îranê yê ji bo dewlemendkirina uranyûmê û bikaranîna enerjiya nukleerî ya aştiyane, di nav prensîbên bingehîn ên danûstandinan de ye.
Garîbabadî destnîşan kir ku di pêşniyara herî dawî ya Îranê de ev xal hene:
- Rawestandina şer li ser hemû eniyan Lubnan jî di nav de
- Rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê
- Vegerandina sermayeyên Îranê û tezmînata zirarên ku ji ber cezayan çêbûne
- Rakirina hemû cezayan û biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY yên li dijî Tehranê
- Vekişandina hêzên Amerîkayî ji derdora Îranê