TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hunermendê dijî Puțîn li Polonyayê hat kuştin

📅 16 hezîran 2026 15:28
Hunermendê Rusî Semyon Skrepetsky ku bi berhemên xwe rexne li Serokê Rusyayê Putîn digirt li Polonyayê bi êrîşeke çekdarî hat kuştin.

RûpelNews - Hunermendê 44 salî Semyon Skrepetsky ê ku xelkê Rûsyayê ye lê ji welatê xwe hatibû sirgûnkirin li Polonyayê li nav kolanekê hate gulebarankirin. Hunermend li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Polîsên Polonyayê ji bo girtina êrîşkar operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Hunermendê ku hat kuştin di berhemên xwe de rexne li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dikir.

Skrepetsky di berhemên xwe de Pûtîn wek dîktatorekî destbixwîn dida nasîn.

Herwiha hunermend di berhemên xwe de gelek caran kesayetiyên nêzîkî Kremlînê, wek serokê Belarûsê Alexander Lukashenko û serokê Çeçenistanê Ramzan Kadyrov jî rexne dikir.

Skrepetsky beriya 3 rojan ku were kuştin li derveyî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Berlînê xwepêşandanek organîze kiribû. Di dema xwepêşandanê de, hunermend alayeke Rûsyayê avêtibû nav zibilê.

 

 

 

Parve bike: