TR KU AR
FB X IG
Cîhan

HSDê 2 terorîstên DAISê yên amadekariya êrîsê dikirin girtin

📅 16 gulan 2021 21:02

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de, 2 terorîstên din ên şaneyên veşartî girtin. 

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama berdewamakirina operasyona 13ê Gulanê ya li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê de, 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

HSDê diyar kir ku motorsîklêteke bombebarkirî û 2 mayînên ku dixwestin wan di rojên cejnê de biteqînin jî hatin desteserkirin û êrîşên DAIŞê roja destpêkirina operasyonê hatin pûçkirin.

Parve bike: