TR KU AR
FB X IG
Cîhan

HSD: Ji bo radestkirina Til Temirê bi Rûsyayê re ti rêkeftin çênebûye

📅 17 mijdar 2019 21:56

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûçe û îdiayên ku HSDê Til Temir radestî hêzên Rûsî û rejîmê kiriye red kir û got, ti rêkeftin bi Rûsya û Hikûmeta Sûriyê re ji bo radestkirina bajarokê Til Temirê çênebûye.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriyêl bi daxuyaniyekê ragihand, “Hin dezgehên ragihandinê belav kirine ku rêkeftin di navbera Rûsya, Tirkiye û HSDê de ji bo bajarokê Til Temirê û riya navdewletî M4 hatiye kirin, ji bo rawestandina şer li wê navçeyê û radestkirina riya M24 bo hêzên Rûsî û Hikûmeta Sûriyê.”

Gabriel destnîşan kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê bi berdewamî êrîşî ser gundên Til Temirê dikin û ti carî ew pabendî rêkeftina agirbestê nebûne.

Parve bike: