TR KU AR
FB X IG
Cîhan

HSD: Amerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle li hev kirin

📅 01 nîsan 2019 20:30

PeyamaKurd – Çavkaniyeke ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiye û Amerîkayê li Rojhilatê Firatê ji bo avakirina herêma ewle li hev kirine û di hin mijaran de nakokiyên cidî di navbera wan de hene.

Çavkaniya nav HSDê ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku digel lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê jî hîn li ser 2 mijaran li hev nekirine.

Li gor çavkaniya HSDê naveroka lihevkirinê wiha ye:

 - Tirkiye dixwaze li şûna navê herêma ewle, herêma îstiqrarê were bikaranîn.

-   Divê herêma navborî ji Cerablusê destpê bike û heta bajaroka Endiwar a Dêrikê ku heta sînorê herêma Kurdistanê vehewîne nav xwe.

- Bi çavdêriya Amerîkayê ragihandina herêma qedexeya firînê.

- Divê li herêma îstiqrarê rê neyê dayîn ku hêzên Sûriye û hevpeymanên wê yên Rûsya û Îranê derbas bibin.

Parve bike: