Hrant Dînk di salvegera kustina wî de hat bibîranîn
PeyamaKurd – Nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrê Ermenî Hrant Dînk ku 13 sal berê 19ê Çileya 2007an li ber deriyê avahiya rojnameya Agos a gerînendetiya wê dikir, li Stenbolê ji aliyê nijadperestên tirk ve hatibû kuştin, îro di salvegera kuştina wî de hat bibîranîn û car din banga edaletê hat kirin.
Malbat, hempîşe û nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn ser gora Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink a li goristana Ermenan a Zeytînburnuya Stenbolê û ew di salvegera kuştina wî de bibîr anîn.
Hevsera Hrant Dînk, Rakel Dînk, kurê wî Arat, keçên wî Sera û Delal Dink û bi hezaran dost û hevalên Hrant Dînk beşdarî merasîma yadkirinê bûn û daxwaza edaletê kirin.
Doza kuştina Hrant Dînk ku ji aliyê tetîkeşekî nijadperest Ogun Samast ve hatibû kuştin û piştre bi polîsan wêneyê xwe belav kiribû, ev 13 sal in encam nedaye û hîn jî perdeya li ser kuştina wî ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve şêlû hatiye hiştin.