Aborî
Hurmuz: Beriya şer rojane 138 keştî, lê niha di du rojan de 7 keştî derbas bûn
Li gorî zanyariyan, di navbera 25-26ê Adarê de bi giştî 7 keştiyên bazirganî di Tengava Hurmuzê re derbas bûne. Li gorî agahiyan, ji beriya şerê Îranê rojane kêmzêde 138 keştî derba dibûn lê belê niha di nava du rojan de tenê 7 keştî derbas bûn.
RûpelNews - Di 25ê Adarê de, tangêrên petrol/kîmyewî Egret û Savona vale ji rojhilat ber bi rojavayê ve di tengavê re derbas bûn, lê di 26ê Adarê de, keştiyên barkiî ya bi navê Christianna û Nj Jupîter di aliyê rojhilat-rojava re derbas bûn. Di heman rojê de, tangêrên LPG Niba û Salute, ligel tangêrên berhemên petrolê yên giran Alexandra, ji rojavayê tengavê re ber bi rojhilatê ve çûn.
Li gorî daneyên Rêxistina Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê, kêmzêde rojane 138 keştî di Tengava Hurmuzê re derbas dibin. Kêmbûna çûnûhatina keştiyan a di Tengavê re, ku ji bo bazirganiya deryayî ya cîhanî xwedî girîngiyeke stratejîk e, zextê li zincîreyên dabînkirinê û bihayên dike.