TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hizbullaha Lubnanê êrîsê baregehên Îsraîlê kir

📅 11 tebax 2024 11:18

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hizbullaha Lubnanê êrîşê 4 baregehên Îsraîlê yên li bakurê welêt kir.

Hizbullahê li ser Telegramê ragihandiye ku wan êrîş biriye ser baregeha Mahfat Alon a komkirina hêzan û bi tevahî 4 baregehên Îsraîlê kirine armanc.

Hatiye gotin ku di êrîşan de cihê leşker û efseran hatine hedefgirtin.

Televizyona Fermî ya Îsraîlê KANê jî diyar kiriye ku fuzeyên ji aliyê başûrê Lubnanê hatine avêtin, ji aliyê sîstema Quba Hesin ve hatine pûçkirin û li 5 deveran dema lêdana fuzeyan agir derketiye.

Parve bike: