Hiqûqnasên Amedsporê ji ber gotinên nîjadperest serî li dadgehê da
RûpelNews - Piştî ku Amedspor li hemberî Trabzonsporê bi skora 2-1 bi ser ket alîgirekî Trabzonsporê li ser medyaya civakî bi parvekirina xwe ya li dijî kurdan bû sedema bertekên mezin.
Di vîdyoya hat parvekirin de ku di otobusê de hat kişandin, alîgirekî Trabzonsporê nîşan dida ku heqaret û çêr li kurdan dike.
Di parvekirina alîgir de ev gotin dihatin dîtin: "Kurdê herî baş yê di gora xwe de mirî ye. Gava ez mirovên ku li meydanê bi kurdî diaxivin dibînim, ez dibêjim 'ji vir derkevin' heke ev nebe, wan ji stûyê wan bigirin û biavêjin derve."
Komeleya Parêzerên Amedsporê ragihand ku wan li dijî alîgirê ku ew parvekirina ku li ser medyaya civakî bû sedema bertekeke mezin kiribû, gilînameyeke cezayî tomar kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Komeleya Parêzerên Amedsporê ve hat weşandin wiha ye:
"Ji ber gotinên ku ji aliyê kesekî ve li ser otobusa alîgirên Trabzonsporê hatine gotin, ku niha li ser medyaya civakî belav dibin û li dijî alîgirên Amedsporê û gelê kurd in, gilînameyeke sûcî li Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Diyarbekirê hat tomarkirin. Di gilînameyê de sûcên handana gel bo kîn û dijminatiyê û heqaretkirina li gel a eşkere têne îdiakirin. Ev yek bi rêzdarî ji gel û alîgirên me yên hêja re tê ragihandin."