Hilweşandina HSDê ji bo kurdan destkeftî ye an têkçûn e?
RûpelNews - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku di sala 2015an de hatibûn damezrandin, hatin hilweşandin. Biryara hilweşandina HSDê ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî ve di konfêranseke çapemeniyê de ku li Qesra Gel a li Şamê hate lidarxistin di axaftineke bi Erebî û Kurdî de hate ragihandin. Abdî got: "Em radigihînin ku mîsyona Hêzên Sûriya Demokratîk bi dawî bûye û em bi hesteke mezin a berpirsiyariyê radigihînin ku ew wek hêzeke leşkerî ya serbixwe hatine hilweşandin."
Bi biryara hilweşandina HSDê re ku kontrola Rojava di destê wê de bû, bersiva pirsa 'kurd çi ji dest dan an çi bi dest xistin' tê meraqkirin.
Pisporê têkiliyên navneteweyî Serbest Ferhan Sindî derbarê biryara hilweşandina HSDê û bandorên wê yên li ser pêşeroja kurdan ji RûpelNewsê Ercan Dag re nirxand.
"Gotina 'ev serfiraziya kurdan' an 'her tişt xilas' ne rast e"
Li gorî Sindî, "Xelet e ku mirov vê peymanê wek 'serkeftineke kurdan' pîroz bike an jî wek 'her tişt bi dawî bûye' paşguh bike."
Sindî got: "Fesihkirina HSDê û jidestberdana avahiyên leşkerî, îdarî yên heyî yên Rêveberiya Xweser, radestkirina kontrola herêmên sînorî û balafirgehan bo Şamê û radestkirina şiyanên leşkerî yên girîng ên ku bi salan bi piştgiriya Amerîkayê hatine avakirin bo dewleta navendî, bêguman zirareke cidî ye. Lêbelê, şîrovekirina vê yekê wekî 'Kurdî hemû hêzên xwe yên leşkerî winda kirine' rast nîn e."
Sindî bal kişand ser 4 lîwayên HSDê di nav artêşa Sûriyê de ku li ser herêmên xwe berpirsiyariya ewlehî, nîzamê giştî û erkên leşkerî dê bigirin ser xwe û wiha got:
"Modelên bi vî rengî berê li Sûriyê hatine dîtin. Digel ku hin komên opozîsyonê di nav avahiya dewletê de hatin bicihkirin, nav û dilsoziyên wan hatin guhertin, lê wan li herêmên xwe hebûna xwe wekî hêzên çekdar domandin. Ji ber vê yekê, li vir avahiyeke leşkerî ya serbixwe heye. Loma gotina bi temamî bidawîkirina hebûna hêzên leşkerî yên kurdî rast nîn e."
"Ya girîng çawaniya temsîlkirina kurdan e"
Bi baweriya Sindî nirxandineke ku tenê li ser bingeha kontrola herêmî ya wekî ku li ser nexşeyê tê nîşandan, şaşiyeke mezin e û wiha got:
"Berê herêmên berfireh ji Reqayê heta Dêrazorê û ji Hesekê heta herêmên din di bin kontrola HSDê de bûn, li ser nexşeyê wêneyekî hêzeke mezin çêdikir. Lêbelê, Sûriye niha welatek e ku nifûsa wê nêzîkî 25 milyon e û Kurd nêzîkî ji sedî 8-10ê wê pêk tînin. Ji ber vê yekê, di têkoşîna pêş de, ji kontrolkirina axê ya girîngtir ew e ku nifûsa kurdan di bingeha hiqûq û siyaseta dewleta Sûriyeyê de çawa were temsîlkirin. Wate temsîlkirin girîngtir e ji kontrolkirina xakan."
"Destkeftiya mayînde statuya ziman û nasnameya kurdî ye"
Bi nêrîna Sindî destkeftiya sereke û mayînde mafên nasname û zimanê kurdî ên di destûrê de hatine bicîkirin de dê bibe û wiha axivî:
"Mijara eslî statuya destûrî ya kurdan e, nûnertiya wan a siyasî, desthilatên dezgehên herêmî, mafên wan ên çandî û ew parêzbendiyên yasayî ne ku dê rê li ber polîtîkayên pişaftinê bigire. Ji ber ku hêza leşkerî dikare di guherîna hevsengiyên herêmî de winda bibe, lê mafekî ku bi destûrê hatiye garantîkirin, pir mayîndetir e."
"Kurdên Rojavayê pir baş pêş ketin"
Sindi tekez kir ku kurdên Sûriyeyê di têkoşîna ji bo destkeftiyên destûrî de hêzeke civakî ya girîng temsîl dikin û wiha pê de çû:
"Li vir kurdên Sûriyeyê li gorî kurdên li perçeyên din dijîn awantajtir in çimkî di salên dawî de, civaka kurd li Rojavayê ji aliyê hişmendiya siyasî, rêxistinbûn, ziman û nasnameyê ve pir baş pêş ketin. Heger ev yek bi awayekî rast were bikaranîn, di nav şert û mercên heyî de dikare qadeke siyasî ya pir berfirehtir were vekirin."
"Kurd yek bibin destkeftiyên mezin bi dest dixin"
Li gorî Sindî di serdema nû de, eger kurdên Sûriyê li dora daxwazeke hevpar a ji bo mafên destûrî yek bibin, ew ê destkeftiyên girîng bi dest bixin û axaftina xwe wiha domand:
"Tiştê ku îro jî pêwîstiya kurdên Sûriyê pê heye, helwesteke siyasî ya bi rastî yekgirtî û şiyana ku heta ji destê wan tê bi hev re tevbigerin e. Li şûna ku bi hev re bikevin pêşbaziyê, divê partiyên curbicur ên kurd li dora armancên hevpar yek bibin. Ji ber ku lawaziya herî mezin a kurdan ne tenê di polîtîkayên aktorên derve de ye dabeşbûna di navbera wan de jî çavkaniyên di ber destê wan de kêm dike. Bi piştgiriya Amerîkayê, hêza leşkerî an kontrola li ser herêmeke berfireh dibe ku demkî be, lêbelê hêza siyasî ya civakeke birêxistinkirî, hişmend û yekgirtî pir mayîndetir e. Ji ber vê yekê, tişta ku divê îro were kirin ne ew e ku mirov her tawîzekê wek serkeftinê ragihîne, ne jî ku her windahiyekê wek karesatekê bibîne. Divê kurdên Sûriyeyê bi qasî ku pêkan e bi hev re tevbigerin.
"Pirsgirêka kurdî bi dawî nebû, tenê rêbaza têkoşînê guherî"
Sindi amaje pê kir ku karakterîzekirina rewşa heyî wek têkçûneke ji bo Kurdan şaş e û wiha got:
"Belê kurdan şiyanên leşkerî û stratejîk ên girîng winda kirin, lêbelê têkoşîn bi temamî bi dawî nebû. Niha ceribandina rastîn ev e ku ew ê çiqas bi zîrekî, bi hevkariyê û bi sazûmanî qada siyasî ya ku di destê wan de maye bi kar bînin. Pirsgirêka kurdî bi dawî nebû, rêbaz û qada têkoşînê tenê guherî. Ji niha û pê de tişta ku dê diyarker an karîgertir bibe be ne mezinahiya nexşeyan e, yekîtiya siyasî ya kurdan, sazîbûn û mîsogerkirina mafên destûrî yên kurdan e."