TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hilbijartinên Parlamena Ewropayê dest pê kirin

📅 23 gulan 2019 15:10

PeyamaKurd – Hilbijartinên Parlamena Ewropayê (PE) ku 28 welatên endam hene îro dest pê kirin. Proseya dengdanê li welatên Holanda û Brîtandayê îro bi fermî dest pê kir.

Dê di hilbijartinên PEyê de ji 28 welatan bi giştî 418 milyon hilbijêr dengê xwe ji bo 451 parlamentaran bikar bînin.

Proseya hilbijartinê  7 rojan berdewam dike û heta 29ê Gulanê berdewam dike.

Proseya dengdanê li Îrlanda û Çekyayê roja Înê, li Fransa û çend welatên din roja Şemiyê û Almanya û piraniya welatên mayî jî roja Yekşemê dest pê dike.

Parve bike: