TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hikûmeta Iraqê hejmara koçberên ji sînorê Belarûsê vegeriyane eskere kir

📅 13 berfanbar 2021 00:01

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê îro Yekşemê 12ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand, heta niaha 3 hezar û 500 koçber ji Belarûsê vegeriyane.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand: “Em ê berdewam bin li ser hewldanên xwe yên ji bo vegerandina koçberên li ser sînorê navbera Belarus û Polonyayê asê mane.”

Ehmed Sehaf eşkere kir: “Heta nîha bi 9 geştên esmanî yên bi rêya balafirgeha Mînsk a paytexta Belarusê zêdetirî 3 hezar û 500 koçber hatine vegerandin ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Parve bike: