TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hikumeta Iraqê êrîsa ser baregeha Amerîka sermezar kir: Dijminatî ye

📅 13 adar 2020 19:22

PeyamaKurd - Hikumeta Iraqê êrîşa li dijî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li baregeha El-Tacî ya bakurê Bexdayê şermezar kir û wek kiryareke dijminatî bi nav kir.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyekê ragihand, şeva borî baregeha El-Tacî rastî êrîşa moşekên katyûşa hat ku hêzên hevpeymaniyê hatin armanc kirin û di encama êrîşê de 3 kuştî û hejmareke birîndarên hêzên hevpeymaniyê çêbûn.

Serokê Encûmena Wezîran û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê diyar kir ku divê yekser lêpirsîn derbarê aliyê ev kiryara dijminatî û xeternak pêk aniye de, were vekirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş di berdewamê de got: "Bang li welatiyan dikin ku agahiyên derbarê vê kiryarê de eşkere bikin.”

Her wiha fermandariyê bibîr xist ku bergiriyên tund girtine û dê li hember her êrîşa li dijî baregeh û xalên leşkerî bisekinin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên hevpeymaniyê bi rizamendiya hikumeta Iraqê hene û erka wan perwerdekirina hêzên Iraqê û têkbirina DAIŞê ye.

Parve bike: