TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hikûmeta Holanda 40 welatiyên xwe ji kampên  Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

📅 02 mijdar 2022 14:43

PeyamaKurd – Holanda 40 welatiyên xwe ji kampên  Rojavayê Kurdistanê vedigerîne.

Li gor Hikûmeta Holandayê diyar kir, ew dixwaze 12 jin û 28 zarokên çekdarên DAIŞê ku xwedî nasnameya Holandî ne ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Hikûmeta Holanda bi nameyekê dide zanîn, ew rijd in li ser vegerandina wan jinan ku tohmetbar in bi karên terorîstî.

Herwiha Hikûmeta Holanda di nameya xwe ya ji bo Parlamentoyê de eşkere dike, dema ew hatin vegerandin wê rasterast werin desteserkirin û dadgehkirin.

Parve bike: