TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hêzên sînorî yên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

📅 25 mijdar 2023 01:40

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Hengejalê ku dikeve ser sînorê bajarê Banê, kolberekî Kurd ji terefê hêzên sînorî yê Îranê de, bi sîlih hat birîndarkirin û birîna wî xedare.

Li gor ragihandina rêxistina mafê mirovan ya Hengawê; navê kolber Ferzad Ezîzî ye û ji xelkê navça Bokanê ye.

Piştî birîndarkirina Ezîzî, hêzên sînorî wî birin nexweşxana Şuheda ya Tebrîzê da derman bikin.

Parve bike: