TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hêzên Iraqî li Kerkûkê bi behaneya teftîsê girtin ser malên Kurdan

📅 16 tîrmeh 2022 13:03

PeyamaKurd – Hêzên Iraqî li Kerkûkê bi behaneya teftîşê girtin ser malên Kurdan, jin û zarok tirsandin.

Li gor zanyariyan, îro danê sibê hêzên Iraqî li taxa Kurdistan ya Kerkûkê ku taxa Kurdan e, bi behaneya teftîş û komkirina çekên qaçax, bi darê zorê ketin malên xelkê.

Hat zanîn, xelkê wê taxê ji reftarên hêzên Iraqî nîgeran bûn û jin û zarok jî tirsiyan.

Parve bike: