Jiyan
Hêzên fezayî yên Amerîkayê hat avakirin
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump budçeya bergiriyê ya Amerîkayê îmze kir û bi îmzeyê re bi awayeka fermî Fermandariya Hêzên Fezayî ya Amerîkayê jî hat damezrandin. Fermandarî wê weka 6 emîn Hêza Xizmeta Bingehîn bixebite û di fermandariyê de dê 16 hezar xebatkarên sîvîl bixebitin.
Li ser avakirina fermandariyê, fermandarê hêzên Fezayî orgeneral J. Raymond ragihand ku ji vê êvarê û bi şûn de, di nav fermandariya hêzên hewayî de,16 hezar kes hatine tayînkirin.
Artêşa Amerîkayê heya niha bi 5 hêzan dixebitîn ku ew; hêzên hewayî, bejayiyê, derya, piyadeyên deryayê û fermandariya ewlekariya peravan bûn. Niha bi damezrandina hêzên fezayî ve ev jimare derket 6 an.