TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Hewlêr û Bexda li hev kirin: Kurdî jî di pegalê de dê hebe

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 08 nîsan 2026 18:13
Rayedarên Herêma Hikûmeta Kurdistan û Iraqê li hev kirine ku di Pergala Otomatîk a Amarên Gimrukê de (ASYCUDA) zimanê Kurdî jî dê cîh bigire.

RûpelNews - Hat ragihandin ku şandeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li hev civiyan û li ser pergala ASYCUDAyê gihîştine peymanekê.

Şêwirmendê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Samî Celal da zanîn ku Hewlêr û Bexdayê li ser pergala ASYCUDAyê li hev kiriye.

Hat ragihandin li gorî peymanê dê hemû yasa û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan werin girtin

Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê jî da zanîn da ku zimanê Kurdî di nava pergalê de hebe û di dema bicihanîna rasteqîn de di formanan de bê pesendkirin.

Ev yek mîna zimanên Erebî û Îngilîzî tê kirin da ku bikaranîna pergalê hêsantir bibe.

Her du alî 12ê Nîsanê li Hewlêrê dê kom bibin û li ser vê rêkeftinê îmze biavêjin. (Çavkanî: Rûdaw)

 

Parve bike: