TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hewlêr | Serokatiyên Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiyan

📅 12 cotmeh 2020 14:16

PeyamaKurd - Serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê Berhem Salih li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlemantoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq û Serokomarê Iraqê Berhem Salih beşdarên civîna li dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê ne.

Hat zanîn ku hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê di civîna îro de rewşa siyasî, ewlehî, darayî û tenduristiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên li herêmê bi giştî gotûbêj dikin.

Li gorî zanyariyan ji bilî pirsên sereke yên navbera Hewlêr-Bexdayê rewşa vîrusa koronayê jî yek ji mijara sereke ya civînê ye.

Parve bike: