TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hewlêr | Dije Terora Kurdistanê 2 qaçaxçiyên çekan ê DAISê desteser kirin

📅 17 berfanbar 2021 13:01

PeyamaKurd – Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi peyamekê diyar kir, Dije Terora Kurdistanê di  operasyonêkê de 2 qaçaxçiyên çekan ê DAIŞê desteser kirine.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, ji ser Twitterê belav kir, îro Dije Terora Kurdistanê çend operasyon li herêma Zeytûnê ya bajarê Hewlêrê encam daye û 2 qaçaxçîyên çekan ê DAIŞê hatine desteserkirin.

Herwiha di berdewamiyê jî de hatiye eşkerekirin, operasyonên wisa rê li ber DAIŞê digirin ku qaçaxçîtiya çekan bike û çekan hilbigire û wan veguhêzê.

Parve bike: