Cîhan
‘Hewlên Pêsmerge bo vegera Kerkûkê hene’
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Berpirsê Mîhwera Pirdê Nûrî Heme Elî, roja yekem a cejna Remezanê banga yekrêziyê kir û got, hewlên Pêşmerge hene daku vegerin bajarê Kerkûkê.
Nûrî Heme Elî, ji K24ê re ragihand: “Em ligel hikumeta Iraqê di danûstandinan de ne ku hêzên Pêşmerge vegerin cihên xwe yên berê li Kerkûk û derdora wê daku tenahî û akincî bo wê deverê vegere.”
Fermandarê Pêşmerge li ser bizavên DAIŞê yên vê dawiyê got: “Rast e çekdarên DAIŞê, şîyana çeper dananê nemane li dijî hêzên Pêşmerge û sûpayê Iraqê, lê bi rêya şaneyên wan yên razayî metirsîyên wê yekê heye careke din serî hildin.”