TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hevserokên nû yên HDPê diyar bûn

📅 25 tebax 2023 17:24

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji bo kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a biryara 27ê Tebaxê were lidarxistin, du hevserokên nû hatin diyarkirin.

Hate eşkere kirin ku dê endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDPê Sûltan Ozcan û endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak ku di heman demê de parêzerê Selahattîn Demirtaş e namzedên Hevserokatiya Giştî ya HDPê bin. 

Hêjayî gotinê ye, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kongreya Awarte 27ê Tebaxê li Navenda Bazirganiyê ya Dunya ya li Enqereyê li dar dixe. HDP ji ber doza girtinê bi navê YSPê ketibû hilbijartinên 14ê Gulanê û di parlamentoyê de cî girtibû. Tê çaverêkirin YSP jî navê xwe biguherîne.

Parve bike: